Girtina sîyasî, mirina sivîl û encamên hilweşîna demokratîk
Nûveyên Sereke
Girtîgeha polîtîk amûreke sereke ye ji bo sînordarkirina muxalefetê û herweha ev rê li ber hilweşîna demokratîk a berfirehtir vedike. Li şeş welatên bi navê Nîkaragua, Tanzanya, Tayland, Tûnis, Tirkîye û Venezuela ku ji alîyê demokrasîyê ve paş ve çûne, cezayên girtîgehê, binçavkirin û darizandinên li dijî dijberên hikumetê di demên tengezarîya sîyasî de zêde bûne. Kesên ku hedef têne girtin, dibe ku bêyî ceza li wan bê birîn li girtîgehan bên girtin û herweha rê li ber wan bê girtin ku beşdarî sîyaseta mixalîf, rojnamegerî û xebata mafên mirovan bibin. Ji bilî mexdûrîyeta fizîkî, ji bo malbatê hin bedelên derûnî û aborî jî hene.
Li hember her girtîyekî sîyasî yê di girtîgehan de, gelek muxalifên hikumetê bi astengîyên dîtir yên wek “mirina sîvîl” rûbirû dimînin. Rêberên antîdemokratîk nahêlin mixalîf û kesên ku hikumetê rexne dikin karê xwe bikin û bi asayî beşdarî civakê bibin. Pispor jî ji vê rewşê re navekî mîna “mirina sîvîl” lê dikin. Di nav taktîkên mirina sivîl de kontrolkirina rêwîtîyê, çavdêrîya û şopandin û destserdanîna malên wan hene. Ev sînorkitin bi giştî bi hev re pêk tên û dibe ku bi rêyên fermî û nefermî û ji hêla aktorên dewletî û nedewletî ve pêk were . Me di lêkolînên her şeş welatan de jî van qedexeyên hevpar ên ku digihîje mirina sivîl dîtin.
Darazên îtaatkar bi fermana rejîmên otokratîk girtina sîyasî û mirina sivîl hêsan dikin. Rêberên ku kontrola darazê bi dest dixin, dikarin dadgehan wekî amûrên bihêz ên zext û zorîyê bi kar bînin. Dema ku daraz li gorî berjewendîya rêveberîyê tev digere, kesên ku hedef hatine girtin herweha ji mafê xwe yên mekanîzmayên krîtîk ên hesappirsîn û serlêdanê jî dibin. Bi van qewimînan endamên darazê yên xwedî fikra serbixwe jî di bin xetereya ji kar bê avêtin dimînin, dibin hedef û ev jî hatina kesên nêzî wan jî hêsantir dike.
Di têkoşîna azadîyê de têkoşîna li dijî girtinên sîyasî û mirinên sivîl gelekî giring e. Girtina sîyasî û mirina sivîl, rêberên neoliberal, rexnegirên herî bihêz û bibandor bi rêya ku civakê dûr bixe bihêz dike. Ev tişt jî ancax dikarin li welatên ku hilweşîna demokratîk lê hene û hîn jî nebûne otorîter, pêk were. Şopandina qewimînên girtina sîyasî û mirina sivîl, û tevdîrên ku di pêkhatina van bûyeran de tên kirin, di tekoşîna li dijî otorîterîzmê, piştgirîya kesên demokrasîyê dixwazin û pêşîlêgirtina van bûyeran de gelekî giring in.
PDF-ê dakêşin
--
Sign up to receive the Freedom House weekly newsletter.